
Voice of America
470 episodes — Page 9 of 10

Trump Hişdarîyeke Dijwartir Dide Rejîma Îranê - January 14, 2026
Serok Donald Trump hişdarîya xwe dijî desthilatdarên Îslamî li Îranê dijwartir kir ku eger heye kiryareke leşkerî ya Amerîkî li wir pêk were eger "kuştina bêwijdanî" ya dijî xwepêşanderan bidome.

Şîrovekarê Siyasî Mecîd Heqî Behsa Rewşa Îranê Dike - January 14, 2026
Dr. Mecîd Heqî, Endamê Navanda Netewî ya Rojhilata Kurdistanê, ji Dengê Amerîka re dibêje “Helwesta serokê Amerîkî morala xelkê Îran bilind dike û derfetê dide bo opozisyona Îranê li ser programeke hevbeş kar bikin.”

Elî Cewanmerdî Şêwirmendê Bilind yê USAGM Rewşa Îranê Şirove Dike - January 13, 2026
Elî Cewanmerdî, Şêwirmendê Bilind yê Ajansa Amerîkî ya Medya Cîhanî (USAGM) bo beşên Kurdî, Farisî û Afganî, piştgirîya Serok Trump bo xwepêşandanên Îranê şîrove dike.

Mistefa Xelîl Dibêje Xelkê Sûrîyê Ji Şer Westîyaye - January 13, 2026
Endamê Mekteba Sîyasî ya Partîya Yekîtîya Demokrat a Kurdî li Sûrîyê(PYDKS) Mistefa Xelîl dibêje xelk bi hêvîye ku şerekî din li Sûriyê neqewime û alîyên Sûrî vegerin guftûgoyan. Siyasetmedar Xelîl dibêje,"divê hikûmeta veguhêz bizane ku em Kurd hevparên vî welatî ne."

Çavdêrê Siyasî Abdullah Hîcab Pêla Nû a Xwepêşandanên Îranê û Helwesta Amerîka Dinirxîne - January 11, 2026
Çend roj in, Îran rastî pêleka nû a xwepîşandanên seranserî hatîye. Şirovekar û Pisporê pirsên Îranê Abdullah Hîcab weha dibîne ku jiber rewşa aborî ya xerab û beşdariya hemî civak û pêkhateyên li Îranê dê encamên xwepêşandanan ji yên berê di cuda bin.

Li Amedê Pevçûnên Helebê Hatin Şermezarkirin - January 08, 2026
Bi sedan rûniştvanên bajarê Amedê îro Pêncşemê di xwepêşandanekê de pevçûnên bajarê Helebê şermezar kirin. Di xwepêşandanê de, hevserokê Partîya Heremên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayîndîr got ku pêwîst e hemî alî pêgir bin bi peymana 1ê Nîsanê.

Gireva Karmendên Saxlemiyê li Amedê - March 15, 2025

Çîroka Berxwedan û Koçkirina Dawî ya Dayîka Aştiyê Sakîne Arat - March 15, 2025
Dayika Aşitîyê, Sakîne Arat e roja Pêncşemê li Amedê koça dawiyê kir. Ew yek ji damezrînera Komela Dayikên Aşitiyê ye ku 25 sal berê li Amedê dest bi çalakîyan kir.

Li Devera Amêdî Êrîşên Tirkîyê yên Dijî PKKê Didomin - March 14, 2025
Jêderên li devera Amêdî ya Duhokê ragihand ku êrîşên Tirkîyê yên dijî gerîlayên PKKê li deverê didomin.

Tunebûna Baranê Çandinîya Kobanî Xistîye Rewşeke Dijwar - March 14, 2025
Çandinîya herêma Kobanî, taybetî jî genim û ceh jiber neketina baranê têk çû. Ew rewş zîyaneke mezin digîhîne cotkaran ku dahatên wan tenê li ser çandinî ye û herwiha dibe sedema kêmbûna xwarina deverê.

Li Qamişlo Xwepêşandana Dijî Destûra Nû - March 14, 2025
Îro bi dehan Kurd derketin kolanan ku danezana destûra nû ya Sûrîyê protesto bikin. Xwenîşanderan got ku ew destûr yekalî ye û cihêrengîya welêt nîşan nade

Li Bedenên Amedê Şahîya Rengîn ya Newrozê - March 14, 2025
Piştî salên dirêk cara yekê li ser sûr û bircên Amedê şahîya Newrozê çêbû. Şaredarîyên bajêr, bi beşdarîya hevşaredaran li pêş Birca Benûenê bi sedan welatîyan re kom bûn û bi meşaleyan derketin ser surên dîrokî û dîmenên rengîn derketin.

Xebatên Washingtonê yên jibo Azadkirina Dîlên li Gaza Didomin - March 14, 2025
Danûstandinerê dîlan yê rêvebirîya Trump, hevdîtinên xwe yên bi Hamasê re, ku ji alîyê Amerîka ve mîna komeke terorê tê dîtin, "kêrhatî" bi nav kir. Hevdem, gotûbêjên ser berdana dîlekî Amerîkî-Îsraîlî yê destê Hamasê didome

Zanayên Olî li Dêrikê Êrîşên Ser Elewîyan Şermezar Dikin - March 13, 2025
Oldarên misilman yên herêma Dêrikê, wek bersîvdana êrîşên dijî Elewîyan li rojavayê Sûrîyê dibêjin ku ew tundîya ku bi navê misilmanan tê, qebûl nakin. Ew dibêjin ku divê di navbera hemî ol û bawerîyên herêmê de wekhevî û rêzgirtin hebe.

Qamişloyî Peymana Navbera Ebdî û Şera' Çawa Dinirxînin? - March 12, 2025
Peymana navbera Mazlum Ebdî û serokê demkî ya rvebirîya veguhestinê yê Sûrîyê Ehmed Şara' bi giştî karvedaneke erênî afirandiye. ENKS di helwesta xwe ya yekê de got ku ev peyman wek destpêk erênî ye, li alîyekî din, kêmanîya Elewî dibêje ku bi hêvî ye ku ev peyman kuştina mezhebî li Sûrîyê rawestîne

Li Qamişlo Bîranîna Girseyî ya Serhildana 12'ê Adarê - March 12, 2025
Îro salvegera 21'an ya Serhildana Qamişlo ye ku 33 Kurd li seranserî Kurdistana Sûrîyê ji hêla rejîma Esad hatibûn kuştin. Ew serhildan ji maçeke futbolê destpê kiribû, dema alîgirên tîma Fitiwê ya Dêrezorê bi keviran êrîş anîbûn ser alîgirên tîma Cîhad ya Qamişlo û rejîm êrîşî Kurdan kiribû

Amedî Ser Qirkirina Elewîyan û Peymana li Sûrîyê Çi Difikrin? - March 12, 2025
Gelo li Amedê qirkirina ser Elewîyan û peymana navbera Mazlum Ebdî û Ehmed Şera' çawa tê nirxandin? Ev her du pêşhat dibin sedema şîroveyên cuda

Li Şêx Meqsud Pîrozbahîya Taybet ya Roja Jinên Kedkar - March 12, 2025
Bi boneya 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê jinên Efrînî kombûneke folklorî li taxa Şêx Meqsud ya Helebê li dar xist. Di bernameyê de dayikan xwarinên herêma Çîyayê Kurmênc hazir kirin, jinên hunermend û denbêj jî gurzek kilam û sitranên herêmê pêşkêş kirin.

Li Pêş Sûrên Dîrokî yên Amedê Deklerasyona Newrozê - March 12, 2025
Cara yekê ye ku li Amedê, deklerasyona Newrozê li pêşîya Sûr û bedenên dîrokî yên Kela Amedê hate kirin. Hevserokên DEM Partî û DBP'ê Bakirhan û Uçar di axaftinên xwe de behsa giringîya banga Ocalan û îmzakirina lihevkirina li Sûrîyê kirin. Dp re agirê pêşîn yê Newrozê jî li Amedê hate vêxistin.

Rêxistinên Sivil Pİştgirî Didin Banga Ocalan - March 11, 2025
Banga Ocalan a di 27’ê Sebatê de di raya giştî de bandora xwe didomîne. Rêxistinên sivlî, dezgehên hunerî bi daxuyaniyên cuda piştgiriya xwe radigihînin lê di aliyek din de bi fikar in û dibêjin divê dewlet jî gavan ji bo aştiyê biavêje.

Karvedan li Ser Lihevkirina HSD û Şamê - March 11, 2025
Kurdên Sûrîyê peymana navbera fermandarê HSD General Mezlûm Ebdî û serokê Sûrîyê yê nû Ehmed el-Şera weke pêngavek dîrokî dinerxîn in, ku Şera dibe Yekem serok di dîroka Sûrîyê de ser mafê kurdan imze dike, wekî din kurd dibêjin dê HSD bi vê peymanê mafê hemû p;khateyan li welat biparêze

Şermezarkirina Komkujiyên li Dij Elewiyan û Pêşwaziya Lihevkirina bi Şamê re - March 11, 2025
Li bajarê Kobaniyê gel ji bo şermezarkirina komkujiyên li perava Sûriyeyê li dijî Elewiyan pêk tên derketin qadan. Her çend lihevhatina li gel Şamê çêbûye, lê bombebarana Tirkiyê li ser bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê dom dike.

Bultena Nûçeyan ya Rojane - March 11, 2025
Bultena Nûçeyan ya Rojane ya 11'ê Adarê 2025

Derbiderên Efrînê Vegera bi Ewle Dixwazin - March 11, 2025
Bi ser derbiderbûna Efrînîyan re 7 sal derbaz dibin ku piştî guhertina li Sûrîyê çêbûye çavê wan li vegera ser cih û warên xwe ne. Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêvebirîya Xweser Îlham Ehmed civîneke girseyî bi derbiderên Efrînî yên li bajarê Kobanê ne pêk anî û mijara vegerê gotûbêj kirin.

Bultena Nûçeyan ya Rojane - March 10, 2025
Kerem kin Bultena Nûçeyan ya Rojane temaşe bikin

Danûstandinên Ser Berdana Dîlên Destê Hamasê - March 10, 2025
Danûstandinerê dîlan yê rêvebirîya Trump, hevdîtinên xwe yên bi nûnerên Hamasê ve wek kêrhatî bi nav kir. Gotûbêj li ser berdana dîlekî Amerîkî-Îsraîlî yê destê Hamasê hatine kirin. Ev, di vê demê de tê ku Îsraîl dibêje ew plan dike bo gotûbêjkirina danûstandinên agirbestê vê hefteyê şandeyek bişîne

Kobanî Ser Qirkirinên Dijî Elewîyan Çi Difikrin? - March 10, 2025
Bûyerên ku li deverên Elew'yan diqewimin metirsî di nav Kurdan de ava dike ku Sûrîye ber bi yekrengî ve diçe. Kobanî jî dibêjin ku komkujîyên li herêma beravê qirkirinên Şengal û Kobanî tîne bîra wan. Piştî van bûyeran gelek Kurd bawer dikin ku divê hêzên wan çekên xwe biparêzin.

Li Mûsilê Paşîva bi Dengê Daholê - March 10, 2025

Bacên Amerîka li Ser Keneda û Meksîkê - March 09, 2025
Sepandina serokê Amerîka Donald Trump bacên bi rêjeya 25% li ser kelûpelên Kenada û Meksîkê nerazîbûn ji aliyê herdu welatan ve û tirsa şerekî bazirganî derxistin holê. Raporta Veronica Villafane, Xalid Fetah dixwîne

Jinên Kurd li Stenbolê Dibêjin Ew Aştiyeke Mayînde Dixwazin - March 09, 2025
Piştî banaga rêberê PKKê Adullah Ocalan, jinên Kurd dixwazin ku aşitîyeke mayînde pêk were û dewlet jî hin gavên erênî bavêje. Jinên Kurd ji Dengê Amerîka re ragihand ku ew dê ji bo aştîyeke mayînde bixebitin û dibêjin êdî naxwazin ne zarokên Kurd û ne jî yên Tirk werin kuştin.

Li Dêrikê Şahiya 8ê Adarê - March 08, 2025
Jinên ENKSê li Dêrikê bi govend û sitranan pêşwazî li roja jinê ya cîhanî kir, jinên amadebûyî kêfxweşîya xwe anîn ziman.

Jin li Amedê bi Coş û Şahiyên Girseyî 8'ê Adarê Pîroz Dikin - March 08, 2025
Li Amedê 8'ê Adarê bi coşek mezin hate pîrozkirin. Li Meydana îstasyonê, jin bi cil û bergên Kurdî beşdarê şahîya 8'ê Adarê bûn û peyamên jibo piştgiriya banga Ocalan li pêş bû. Jin Jîyan azadî jî diruşma sereke ya şahîyê bû.

Jinên Kurd li Taxa Şêx Meqsûd ya Helebê Roja Jinan Pîroz Dikin - March 08, 2025
Bi boneya 8 Adarê û bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" roja cîhanî ya jinan li taxa Şêx Meqsûd ya bajarê Helebê, bi şahîyeke girseyî û bi beşdarbûna gelê taxê hat pîroz kirin.

Jin di 8'ê Adarê de li Stenbol Daxwaza Aştiyê Dikin - March 08, 2025
8 Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê li Stenbolê taxa Kadikoyê bi çalakîyeke girseyî hate pîrozkirin. Jinan li vê derê dijî tundî û kuştina jinan derketin û ragihandin ku careke din bila ti zarokên wan di şer de neyên kuştin û daxwaza aştîyê kirin.

Sûrya Nû û Daxwazên Çekdanîna HSD'ê - March 08, 2025
Gelek sûrî dixwazin bibînin ku hêzên kurdî yên li rojhilat bi piştgirîya Amerîka çekên xwe deynin an jî tevlî artêşeke niştimanî bibin. Lê serkirdeyên kurd dibêjin ku ew hîn jî li ser du eniyan şer dikin û dixwazin bi serkirdayetiya nû ya Sûriyê re li ser "hevkariyê" danûstandinan bikin.

"Emna Sor" ya Silêmaniyê Û Çîrokên bi Êş Yên Zîndaniyên Kurd - March 08, 2025
Bi boneya Serhildana Silêmaniyê piştî 34 salan zîndaniyên "Emna Sor" a Silêmaniyê behsa êş û azarên xwe dikin. Welatî desthilata Herêma Kurdistanê rexne dikin jiber ku rewşa heyî ne li gor qurbaniyên serhildanê ne.

Li Amedê Pêşangeha Jin û Sûk li Benda Hunerhezan E - March 07, 2025
Şêwekar Bahar Mosleh ji Rojhilatê Kurdîstanê ji bajarê Sinê ye. Ew li ser tekoşîna jinan, tûndîya li ser bedena jinan wêneyan çêdike. Mosleh bi gelek tabloyên xwe li Amedê bi navê Sûk û Jin pêşengeh vekir. Jin û Sûk li Amedê wê hefteyek li hêvîya hunerhezan be.

Malbata Qurbanîyên Daxwqza Vekirina Çala Xefsê li Mûsilê Dikin - March 07, 2025
Xizmên qurbanîyan dibêjin ku DAIŞ ji destpêkê heta dawîya desthilata xwe li Mûsilê bi hezaran kes kuştine. Çala Xefsê yek ji wan cîhan e ku bi hezaran qurbanîyên DAIŞê tê de hatine veşartin

Meha Remezanê li Girkê Legê di Bin Buhabûnê de Derbaz Dibe - March 07, 2025
Di meha Remezanê de buhayê kelûpelan bilind bûye. Rûniştvanên Girkê Legê jiber vê rewşê nerazîbûna xwe nîşan didin ku bazirgan di vê mehê de ji xwe re derfet dibînin ku buhayê tiştan zêde bikin.