
Voice of America
470 episodes — Page 8 of 10

Rewşa Dawî ya Kobanîyê Çi Ye? - February 20, 2026
Rojnamevan Ridwan Bêzar dibêje ku dorpêça bajarê Kobanîyê hîn berdewam e, tevî ku hinek kêşeyên bajêr wekî av û elektrîkê di rîya Neteweyên Yekbûyî de hatine çareserkirin.

Civîna Desteya Aştîyê li Washingtona Paytext - February 19, 2026
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Pêncşemê li Instîtuya Aştîyê ya Donald Trmup di civîna Desteya Aşrîyê de mêvandarîya bi dehan rêberên cîhanê kir. Sîrwan Qiçço ji pêş avahîya Instîtuya Aştîyê agahîyan dide.

Bextiyar Hisên: Pêwîst e Zû Dorpêç Ji Ser Kobanîyê Rabe - February 19, 2026
Xelkê Kobanîyê meha Remezanê di nav rewşeke pir xerab de pêşwazî dikin û banga bidawîanîna dorpêçê û vegera derbideran bo malên wan dikin. Şarezayê nexweşîyên giştî Dr. Bextiyar Hisên qala rewşa bajêr dike.

Çalakvan Kanî Xulam Dest bi Meşa "Evîn Berxwedane" Dike - February 18, 2026
Çalakvanê Kurd Kanî Xulam li bîranîna jidayîkbûna Martin Luther King daxuyanî dide û li ser bingeha felsefeya wî dest bi meşeke dirêj dike û weke mînak bo maf û azadîya Kurdan nîşan dide.

Bajarekî Amerîka Piştgirîya Kurdên Sûrîyê Dike - February 18, 2026
Şaredarîya bajarê Manassas Park ê wîlayeta Virginia di ragihandinekê de piştgirîya xwe ji bo Kurdê Sûrîyê anî ziman û meha Adarê wek meha kelepora Kurdî binav kir. Salih Demîcer li wir bû û ev raport amade kir.

Rêberê Mafên Sivîl Jesse Jackson Koça Dawî Kir - February 17, 2026
Rêberê mafên sivîl yê navdar Jesse Jackson di temenê 84 salî de koça dawî kir. Bêtir agahî derbarê jiyana wî ya siyasî di vê raportê de.

Şêrwan Îbrahîm Yekhelwestîya Kurdan li Munchinê Dinirxîne - February 16, 2026
Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî û fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk di konferansa Munichê de bi hevdîtin û hevrêzîya xwe bala medyayê kişand û helwesteke yekgirtî nîşan da. Rojnamevan Şêrwan Îbrahîm qala Yekhelwestîya Kurdan di vê qonaxê de dike.

Marco Rubio Behsa Sûrîyê û Kurdan Dike - February 15, 2026
Wezîrê derve yê Amerîkayê Marco Rubio di konferanseke rojnamevanî de li gel serokwezîrê Slovakiyayê li Bratislavaya paytext got ku Amerîkayê rê neda ku Sûrîyê bo 8 beşan parçe bibe.

Rêber Ehmed li Washingtonê Behsa Ewlehîya Herêmê Dike - February 15, 2026
Wezîrê navxweyî yê Herêma Kurdistana Îraqê Rêber Ehmed li Washingtona paytext simînarek lidar xist û tê de behsa hejmarek mijarên girêdayî siyaset û ewlehîya herêma rojhilata navîn û her wiha peywendîya herêma Kurdistanê û Amerîkayê kir.

Naveroka Gotara Rubio li Konferansa Ewlekarîyê Çi Bû? - February 14, 2026
Wezîrê Dervê yê Amerîka Marco Rubio li Konferansa Munichê got ku Neteweyên Yekbûyî nikarîbû pirsgirêkan çareser bike.

Rubio Serkêşîya Şanda Amerîka bo Konferansa Munich Dike - February 13, 2026
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio serkêşîya şandeke Amerîkayî bo Konferansa Ewlekarîyê ya Munichê dike. Hêro Zengene bêtir agahîyan dide.

Hevpeyvîneke taybet ligel Mora Namdar, Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Konsulgerî - February 13, 2026
Hevpeyvîneke taybet ya Dengê Amerîka ligel Mora Namdar, Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Konsulgerî.

Pêzanîn Derbarê Biryarên Parlamenta Ewrupa Ser Rojava û Sûrîyê - February 12, 2026
Parlemanta Yekîtîya Ewrupayê (YE) îro Pêncşemê tundûtûjîya li dijî sivîlên Kurd li Sûrîyê bi tundî şermezar kir. Çavdêrê siyasî Ehmed Dere pêzanînan derbarê wan biryaran dide.

Mistefa Ozçelîk Behsa Pirojeya Aştîya li Tirkîyê Dike - February 12, 2026
Piştî kombûna bi serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan re şandeya Îmralîyê di daxuyanîyekê de ew kombûn bi erênî û girîng nirxand. Serokê Partîya Welatparêzên Kurdistanê behsa kombûnê û proseya aştîyê dike.

Pêzanîn Ser Kuştinên di Xwepêşandanên Dawî de li Îranê - February 11, 2026
Navenda Şehîdan lîsteyek ji kesên ku di xwepêşandanên li dijî Komara Îslamî ya Îranê di meha Sibatê de, bi taybetî li Kurdistanê, hatine kuştin, weşand.

Çalakvan: Dorpêçkirina Kobanîyê Bûye Sedema Belavbûna Nexweşîyan - February 11, 2026
Di demekê de ku rêkeftina Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûrîyê wek ku hatîye plankirin birîve diçe, xelkê bajarê Kobanîyê dibêjin ku bajar hîn dorpêçkirî ye û ew dorpêçkirin bûye sedema kirîzeke mirovî û tenduristî ya tund. Salih Demîcer raportek amade kiriye.

Erdogan ligel Şanda Îmralîyê Kom Dibe - February 11, 2026
Şanda DEM Partî ya Îmralîyê îro Çarşemê ligel Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan kom bû. Rojnamevan Eyûp Demîr agahî û şîroveyên dawî derbarê vê serdanê dide.

Endamekî Civata Nûneran Rexne li Hikûmeta Sûrîyê Dike - February 11, 2026
Li dema rûniştineke guhdarîkirina li Civata Nûneran, Scott Perry, endamê Komarî yê Civata Nûneran ya Kongresê, rexneyên tund li hikûmeta demkî ya Sûrîyê dike. Ew dibêje hêzên ser bi Şamê ve tawanên mezin kirine û ligel wê jî vîdyoyek belav kiriye wekî mînaka wan tawanan.

HSD'ê û Hêzên Hikûmetê ji Enîyên Şer Vedikişin - February 10, 2026
Di çarçoveya rêkeftina di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk û hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûrîyê de, herdû alî li Hesekê ji enîyên şer vedikişin. Rojnamevan Emced Kurdo Agahîyên dawî dide.

Sûrîye û Rojava di Rûniştineke Kongresê de - February 10, 2026
Komîteya Karûbarên Derve ya Civata Nûneran ya Kongresa Amerîkayê rûniştineke guhdarîkirinê li ser Sûrîyê lidar xist. Di civînê de mijara Kurdên Rojava bi berfirehî hate gotûbêjkirin.

Hikûmeta Demkî ya Sûrîyê Zevîyên Rimêlan Werdigire - February 09, 2026
Îro şandeke hikûmeta demkî ya Sûrîyê zevîyên niftê yên Rimêlanê ji Hêzên Sûrîya Demokratîk(HSD) wergirtin. Rojnamevan Emced Kurdo li wir bû û ev agahî ji Dengê Amerîka re ragihandin.

Abdullah Îmam: Dorpêçkirina Sivîlan Gunehkarîyeke Şer e - February 08, 2026
Ev bêhtirî hefteyekê ye ku Hêzên Sûrîya Demokratîk(HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûrîyê agirbestek ragihandine û rêkeftinek îmze kirine, lê rûniştvanên herêmên Kurdî hîn jî di nav dorpêçkirinekê de dijîn. Parêzer Abdullah Îmam vê dorpêçkirinê ji alîyê yasayî ve dinirxîne.

Nirxandina Rola Fransa li Sûrîyê - February 06, 2026
Parêzer Îmran Mansûr behsa rola Fransayê di krîza Sûrîyê de dike, bi taybet helwesta Parîsê hember Kurdên Rojava.

Rewşa Qamişlo Piştî Rêkeftinê Çi Ye? - February 04, 2026
Hikûmeta demkî ya Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk 30ê Çileyê rêkeftinek îmze kiribû. Tirsa welatîyên Rojava ew bû ku rewşa aloztir bibe. Gelo niha niha piştî rêkftinê çi ye? Rojnamevan Zana Omer behsa rewşa Qamişloyê dike.

Projeyasaya Parastina Kurdan - January 30, 2026
Projeyasaya Parastina Kurdan hate ber Senatoyê. prosesa derbaskirina wê di Kongresê de çi ye?

Li Kobanîyê Krîza Mirovî Didome - January 30, 2026
Li bajarê Kobanîyê ku bi deh hezaran kesên derbider di encama şerê vê dawîyê de lê bicih bûne, krîzeke mirov peyda bûye.

Luqman Ehmed Dê bi Pêşangehekê Piştgirîya Rojava Bike - January 29, 2026
Şêwekarê kurd Luqman Ehmed ku li Berşelonayê dimîne, dibêje ewê di çend rojên pêş de pêşangehekê li Almanyayê li dar bixe û hemî dahata wê ji sivîlên dorpêçkirî yên Rojava re bişîne.

BCF li Amerîka Dest bi Helmeteke Alîkarîyan ji bo Rojava Dike - January 29, 2026
Nûneratîya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî( BCF) li devera Washingtonê dest bi helmeteke komkirina alîkarîyan ji bo Rojava kiriye û nûnera wê Xunav Emîn dibêje ew dê li gelek wîlayet û bajarên Amerîkayê bigerin. Hin rêxistinên din jî li Amerîkayê ev cûre helmet dane destpêkirin.

Helmetên Alîkarîyan ji Herêma Kurdistanê Bo Rojava Dom Dikin - January 27, 2026
Mêhvan Berwarî behsa alîkaiyên ji Herêma Kurdistanê bo Rojava dike û dibêje, bûyerên li Rojava bûn sedema helwestek Kurdî niştîmanî seranserî.

Ronî Elî Rewşa Mirovahî ya Kobanîyê Dinirxîne - January 26, 2026
Di salvegera Têkbirina Daişê de li Kobanîyê xelkê bajêr di nav dorpêçeke tund de dijîn û rastî nebûna pêdivîyên rojane yên jiyanê dibin. Ronî Elî rewşa Kobanîyê di roja rizgarkirina wê de şîrove dike

Hesen Îbrahîm Behsa Xwepêşandanên Kurdan ên Seranserî Ewrupayê Dike - January 25, 2026
Revenda kurd li Ewrupayê, piştî alozbûna rewşa kurdan li Sûrîyê û êrîşên grûpên çekdar ên girêdayî leşkerê Erebî yê Sûrî bo ser bajar û gundewarên kurdan, xwepêşandan li piraniya bajarên Ewrupa encam dan, Nivîskar û Çalakvan Hesen Îbrahîm ji Nurmeberga Almanîyayê behsa xwepêşandan dike

Salih Cefer Helwesta Amerîka û Ewrupayê li dor Sûrîyê Şîrove Dike - January 25, 2026
Piştî êrîşên hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûrîyê li ser hêrêmên ku piranîya wan kurd in, nêzîkbûna Amerîka û Ewrupayê li wir tê gotûbêjkirin. Şîrovekarê siyasî Salih Cefer helwesta Amerîka û Ewrupayê dinirxîne.

Heyva Sor a Kurdî: Xelkê Rojava Jiyaneke Pir Zehmet Derbas Dikin - January 25, 2026
Hevserokê Heyva Sor a Kurdî Dilgeş Îsa ji Qamîşloyê gote Dengê Amerîka ku xelkê rojava nihe karesateke mirovahî dijîn û di rewşeke pir zehmet re derbas dibin.

Xwepêşandan li bajarê Kolnê yê Almanyayê bo piştgirîya Kurdan - January 24, 2026
Hejmareke Kurd û dostên wan li bajarê Kolnê kom bûn ji bo nîşandana piştgirîyê bo Kurdan li Rojava û Rojhilat.

Rewşa Herî Dawî li Hesekê Çi Ye? - January 24, 2026
Rojnamevan Îvan Hesîb agahîyan derbarê rewşa dawî ya bajarê Hesekê yê Rojava dide. Ew dibêje rewşa derbideran di vê qonaxa aloz de xirab e û alîkarî kêm e.

Rewşa Mirovahî li Rojava Aloz Dibe - January 23, 2026
Di demekê de ku metirsîyên hêzên ser bi hikûmeta demkî ya Sûrîyê ve didomin, rewşa mirovahî li deverên Rojava xirab dibe, bi taybet li Kobanîyê.

Rojnamevan Ridwan Bêzar Agahîyan ser Rewşa Dawî ya Kobanî Dide - January 23, 2026
Rojnamevan Ridwan Bêzar ji nav bajarê Kobanîyê nûçeyên herî dawî yên bajêr dide, li demekê ku ev çend roj in Kobanîya dorpêçkirî li jêr metirsîya êrîşeke hêzên Artêşa Erebî ya Sûrî ye.

Hevpeyvîn ligel Berdevkê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê - January 23, 2026
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Xalid Ezîzî, berdevkê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê behsa pêşhatên dawî li Rojhilat.

Mûsa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Behsa Alîkarîyan Bo Rojava Dike - January 22, 2026
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi şêweyekî lezgîn alîkarî digihîne herêmên Kurdan li Rojava, piştî êrîşên hêzên Artêşa Erebî ya Sûrî ser deverên Hesekê û Kobanîyê. Ehmed Mûsa, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ji Dengê Amerîka re behsa çawanî û cûreyê alîkarîya bo Rojava dike.

Kurdên Sûrîyê Xwepêşandanekê li Pêş Kongrêsa Amerîkî Lidar Dixin - January 21, 2026
Rêxistina AKA ya Kurdên Sûrîyê li Amerîka îro Çarşemê xwepêşandanek li pêş Kongrêsa Amerîkî lidar xist û hejmarek berbiçav a xelkê ji wîlayetên Amerîkî tevlî wan bûn.

Trump Tekezî li Bidestxistina Greenlandê Dike - January 20, 2026
Berî tevlêbûna Foruma Aborî ya Cîhanî li Davosê, Serokê Amerîka Donald Trump tekezî li bidestxistina Greenlandê kir û girîngiya wê ya stratejîk ji bo ewlehîya netewî anî ziman.

Kadar Pîrê Behsa Agirbesta Giştî ya Sûrîyê Dike - January 19, 2026
Çavdêr bi balkêşî wan 14 xalên agirbesta giştî ya Sûrîyê ku serokê demkî yê wî welatî ragihand dişopînin. Serokê Rêxistina Kurd Bêsînor Kadar Pîrê dibêje ku Dîmeşqê şert û mercên xwe pir bilind kirine.

Cewher: Destnîşan Nekirina Kandîdê Serokomariyê Astnegîye di Rêka Avakirina Hikûmeta Herêma Û Ya Bexda de - January 18, 2026
Çavdêrê Siyasî Tariq Cewher, ji Hewlêr dide zanîn ku desnîşan nekirina heta niha ya kandîdê serokomariyê ji aliyê PDK û YNKê ve, astengîye li hember avakirina hikûmeta herêmê û hem ya Bexda jî. Heta 29’ê meha Çile divê serokomar were destnîşankirin.

Hevpeyvîn ligel Sekreterê Komeleya Zehmetkêşanên Kurdistanê Derbarê Rewşa Îranê - January 18, 2026
Di hevpeyvînekê de ligel, Ebdullah Muhtedî, Sekreterê Giştî yê Komeleya Zehmetkêşanên Kurdistanê, behsa pêşhatên herî dawî li Îranê dike, ligel hemahengîya di navbera partîyên Kurdan de.

Rojnamevan Ebdilhelîm Silêman Behsa Serdana Hêzên Amerîkî bo Dêr Hafir Dike - January 16, 2026
Roja Înê karwanekî leşkerî yê Amerîkî gihîşte bajarokê Dêr Hafir li rojhilatê Helebê û li wir civînek ligel fermanderên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) pêk anîn. Rojnamevan Ebdilhelîm Silêman rewşa dawî li deverê şîrove dike.

Xwepêşandan li Ber Koşka Sipî bo piştgirîya Kurdên Rojava - January 16, 2026
Kurdên Amerîkayê îro Înê derketin pêş Koşka Sipî bo piştgirîya Kurdên Rojava û şermezarkirina êrîşên dijî wan li Helebê.

Çavdêrê Siyasî Silêman Keleşî Behsa Rewşa Dawî li Îranê Dike - January 16, 2026
Çavdêrê siyasî Silêman Keleşî dibêje Navenda Diyalogê hevdeng e û "ez bawer nakim hêzên Kurdan derbasî nav Îranê bibin da bihaneya kuştina xelkê nerazî nede destê hikûmetê."

Şêrwan Îbrahîm Behsa Pêvajoyên Dawî yên Dora Helebê Dike - January 15, 2026
Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku xelkê sivîl ji navçeyên Dêr Hafir û Meskenê ber bi bajarê Helebê ve koç dikin, piştî ku wezareta berevanîya Sûrîyê ew herêm wekû herêmeke leşkerî ragihand. Şîrovekarê Sîyasî Şêrwan Îbrahîm vê rewşê dinirxîne.

Sînem Mihemed Helwesta Amerîkî ya li dor Sûrîyê Dinirxîne - January 15, 2026

Zîbayî: Komara Îslamî di Hemû Bûyeran de Zêdetir Kurdan Dike Armanc - January 15, 2026
Amanc Zîbayî, Endamê serkirdayetîya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ) û Nûnerê wê li Hewlêr, ji Dengê Amerîka re behsa ji bo pêşhatên xwepêşandanên li Îranê kir.