
Voice of America
470 episodes — Page 6 of 10

Bandora Êrîşên Îranê li Ser Geştîyar û Karsazên Hewramanê - April 01, 2026
Ji dema ku şerê li dijî rejîma Îranê ve li 28ê Sibatê hatîye destpêkirin, weke gelek herêm û welatan, Îran bi mûşek û dronan êrîşî Herêma Kurdistanê dike. Van êrîşan bandor li tevgera geştîyaran û nebûna bazarê li devera Hewramanê ya Helebceyê kirine.

Bultena Rojê: Serok Trump Gotarekê Derbarê Îranê Pêşkêş Dike - April 01, 2026
Sîrwan Qiço çend nûçeyên îro yên derbarê Amerîka, Îran û mijarên din pêşkêş dike.

NASA Keştîyeke Nû Dişîne Heyvê - April 01, 2026
Ajansa Valahîya Esmanî ya Amerîkî (NASA) amadekariyên dawî dike bi hêvîya ku Çarşemê êvarê keştiyekê bişîne heyvê ku yekem car piştî zêdetirî 50 salan Amerîka esmangerekî bişîne heyvê.

Kevokhezekî New Yorkê Wan ji Mûyên Avêtî Rizgar Dike - April 01, 2026
Endamê Sindoqa Teyrên Kovî li bajarê New Yorkê Michael Cavaliere kevokên bajêr ji mûyên avêtî yên ku li lingên wan digerin, rizgar dike.

Rûniştvanên Kobanîyê bo Piştgirîya Herêma Kurdistanê Dadikevin Kolanan - April 01, 2026
Li bajarê Kobanîyê yê Rojava welatî daketin kolanan da ku piştgirîya xwe bo Herêma Kurdistanê nîşan bidin û êrîşên rejîma Îranê şermezar bikin.

Gefên Îranê li Ser Zanîngehên Amerîkî li Herêma Kurdistanê û Îraqê - April 01, 2026
Zanîngehên Amerîkî li Herêma Kurdistanê û Iraqê hatine girtin, ji beer gefên Îranê, berpirsên zanîngehên Amerîkî dibêjin, ti têkiliyek wan bi hikûmeta Amerîkî re nîne û tenê xwendekar sistema Amerîkî li wir dixwînin, ji ber wê yekê gef tenê behaneye ji bo êrîşkirina li ser herêmê.

Hîcab: Qazî Mihemed Rûmeta Netewa Kurde û Serok Trump jî, Helwestek Rast li Hember Îranê Nîşa Da - March 31, 2026
Şirovekarê Siyasî Abdullah Hîcab li bîranîna sêdaredana Pêşewa Qazî Mihemed gote Dengê Amerîka, Qazî simbola Netewa Kurde û Serokê Amerîka Donald Trump biryarek rast derbarê Îranê daye.

Rûniştvanên Qamişlo Êrîşên Ser Herêma Kurdistanê Şermezar Dikin - March 31, 2026
Li bajarê Qamişlo xwepêşandaneke girseyî hate lidarxistin ji bo piştgirîya Kurdên Rojhilat û şermezarkirina êrîşên rejîma Îranê û milîşyayên wê yên li ser Herêma Kurdistanê.

Bultena Rojê: Axaftinên Trump û Hegseth Derbarê Îranê - March 31, 2026
Salih Demîcer çend nûçeyên îro yên derbarê Amerîka û Îsraîl û Îranê pêşkêş dike.

Li Girkê Legê Xwepêşandan bo Piştgirîya Herêma Kurdistanê - March 31, 2026
Rûniştvanên bajarokê Girkê Legê yê Rojava daketn kolanan da ku êrîşên rejîma Îranê li ser Herêma Kurdistanê şermezar bikin.

Kurd: Divê Amerîka û hevalbendên Wê bi Qanûnê Kurdan Biparêzin - March 31, 2026
Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) bang li Amerîkayê û hevalbendên wê kir ku qanûnek derxin da ku li gor wê qanûnê Kurd werin parastin.

Kurdên Sûrîyê Naxwazin Herêma Wan Bibe Beşek ji Şerê Rojhilata Navîn - March 31, 2026
Ji destpêka şerê dijî rejîma Îranê ve, herêmên Kurdan li Sûrîyê çend salan rastî êrîşên Îran û mîlîşyayên wê hatine. Herî dawî êrîşa Yekşemê li ser bingeha Qesrik li parêzgeha Hesekê. Kurdên Rojava dibêjin rejîma Îranê aramîya herêma wan û ya seranserê deverê têk birîye.

Şerê Îranê û Pêvajoya Aştîyê li Tirkîyê - March 31, 2026
Li Tirkîyê, nîqaş li serê wê yekê tê kirin ka şerê li Îranê çawa bandora li ser pêvajoya aştîyê dike û divê hikûmet çi gavan bavêje heta ku vê pêvajoyê bi pêş ve bibe.

Rîyaksyonên Derbarê Êrîşa li ser Mala Nêçîrvan Barzanî - March 30, 2026
Li gorî du çavkaniyên artêşa Îraqê êrîşên dronan ên ser Duhokê û mala serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Hizbullaha Îraqî û ji sînorê Mûsilê ve hatin avêtin. Xelkê Duhokê bîr û boçûnên xwe derbarê êrîşê tînin ziman.

Çend Nûçeyên Derbarê Amerîka û Îsraîl û Îranê - March 30, 2026
Salih Demîcer çend nûçeyên îro yên derbarê Amerîka û Îsraîl û Îranê pêşkêş dike.

Armancên Operasyona Hêrsa Dastanî li Herêmê - March 30, 2026
Elî Ciwanmerdî, Şêwirmendê Bilind ê Desteya Ragihandina Cîhanî ya Amerîkî, armancên Amerîkî li herêmê û rola Kurdan di hevkêşeyên herêmê de şîrove dike.

Nerazîbûna Derbarê Kombûna Hikûmetê bi hin Kesayetîyên Kobanîyê re - March 29, 2026
Vexwendina Hikûmeta Demkî ya Sûrî ya hin kesên ji Kobanîyê bi navê nûnerên êlên bajêr nerazîbûnek di nav hêzên siyasî û civakî yên bajêr de derxist pêş. Lê nûnerên hikûmetê dibêjin ku ew ji bo dîtina alîyên din jî vekirî ne.

Bingeha Qesrik li Hesekê Rastî Êrîşa Dronan Tê - March 29, 2026
Îro 29 adarê di demjimêrên nîvê şevê de, mîlîsên Îraqî yên girêdayî bi ser Îranê ve, êrîşeke bi dronan li ser barageha Qesrik ya kiwalisyonê li Rojava pêk anî. Emced Kurdo agahîyên bêhtir hene.

Li Îraqê 76 Çekdarên Komên ser bi Îranê ve di Êrîşên Asmanî de Hatine Kuştin - March 28, 2026
Ji destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê dijî rejîma Îranê ve, 76 çekdarên mîlîşyayên Îraqî yên ser bi Tehranê ve di êrîşên asmanî de hatine kuştin û dora 200 jî birîndar bûne.

Êrîşên Rejîma Îranê Ziyaneke Mezin Gihandîye Prosesa Perwerdeyê li Herêma Kurdistanê - March 28, 2026
Di encama êrîşên rejîma Îranê de li ser Herêma Kurdistanê, ev bûye nêzîkî mehekê ku dibistan û zanîngeh li Herêmê hatine girtin. Vê yekê ziyaneke berçav li prosesa xwendinê kiriye.

Kurdên Rojava ji Nêzîk ve Şerê Îranê Dişopînin - March 28, 2026
Ligel berdewamîya operasyonên Amerîka û Îsraîlê dijî rejîma Îranê, Kurdên Rojava hêvî dikin ku ev yek bibe sedema guhertinên erênî ji bo mafên Kurdên Rojhilat.

Muzexaneyeke Niştimanî li Washington Ahenga Newrozê Lidar Dixe - March 27, 2026
Li Muzexaneya Niştimanî ya Hunerên Asyayî li Washington ahengeke Newrozê ya pir-çandî hate lidarxistin. Kurd jî beşdarî vê ahengê bûn.

Medyaya Tirkîyê Şerê Îranê Çawa Dişopîne? - March 27, 2026
Li vê dema ku ji destpêka şerê Îranê ve çend mûşekên rejîma Îranê ber bi Tirkîyê ve hatine avêtin, çavdêr dibêjin ku şopandina medyaya Tirkîyê ya şerê Îranê yekalî ye.

Robotek Mêvana Xanima Yekem e li Koşka Spî - March 26, 2026
Robotek Mêvana Xanima Yekem e li Koşka Spî Figure 3 roboteke Amerîkî ye ku bi zîrekîya çêkirî hatiye çêkirin û dikare mîna mirovan bimeşe, biaxive û biryaran bide. Roja Çarşemê, wê xanima yekem bir civîneke navneteweyî li ser perwerdehiyê di serdema teknolojiyê û zîrekîya çêkirî de.

Leşkereke Amerîkî ligel Kurdekî Hevjînîyê Dike - March 26, 2026
Piştî dora heşt mehan ji peywendîya evîndarîyê, leşkera Amerîkî Ester Henriquez di roja Newrozê de ligel Hesen Alpkan ê ji Bakurê Kurdistanê hevjînîya xwe ragihand. Di ahenga hevjînîyê de hejmareke leşkerên Amerîkayî beşdar bûn.

Li Amedê Partîyên Kurdan Êrîşên Îranê ser Herêma Kurdistanê Şermezar Dikin - March 26, 2026
Li Amedê çend partî û pêkhetayên Kurdistanî bi daxuyanîyeke hevbeş êrîşên Îranê li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir. Lê ji ber bilindkirina alên Kurdistanê, polîsan nehişt ku çalakî heta dawî berdewam bike.

Merasîma Şîna Şeş Pêşmergeyan û Pirsên Êrîşên Ser Herêma Kurdistanê - March 26, 2026
Merasîma şîna şeş Pêşmergeyên ku di êrîşa mûşekî ya Îranê de li Soranê jiyana xwe ji dest dan, hat lidarxistin. Karbidestên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêjin ku ew bi Îranê re axivîne û wê gotîye ku êrîş bi şaşî bûye, lê Îranê bi fermî ev yek ranegihandîye.

Xalên Plana Amerîka ya Rawestandina Şerê Dijî Rejîma Îranê - March 25, 2026
Li gor rojnameya New York Times, Amerîkayê ji bo bidawîanîna şerê dijî Îranê planeke ji 15 xalan pêşkêşî Îranê kiriye. Tê ragihandin ku ev 15 xal bi rêya Pakistanê radestî Îranê bûne.

Êrîşên ser Herêma Kurdistanê Çawa li Tirkîyê Tên Nirxandin? - March 25, 2026
Êrîşên Îranê li ser Herêma Kurdistana ji alîyê Kurdên Tirkîyê ve tên şermezarkirin. Kurdên Tirkîyê bang li Amerîkayê dikin ku Herêma Kurdistanê biparêze.

Cebara Yawer: Êrîşa Îranê ser Bingehên Pêşmerge Metirsîdar e - March 25, 2026
Di encama êrîşeke rejîma Îranê de li ser bingeheke Pêşmerge li Herêma Kurdistanê, şeş Pêşmerge hatin kuştin û 30 jî birîndar bûn. Cebar Yawer, Emîndarê Giştî yê Berê li Wezareta Pêşmerge, ji Dengê Amerîka re dibêje ev êrîş pêşketineke metirsîdar e bo ewlekarîya Herêma Kurdistanê.

Danûstandinên Amerîka-Îranê; Gelo Qalîbaf dê Bibe Kenalek Nû yê Dîplomasiyê? - March 25, 2026
Li jêr sîhwana siyaseta Donald Trump li hember rejîma Îranê, gelo danûstandinên bi Îranê re dikarin wekî guhertinek rastîn di nêzîkatiya Serok Trump de werin dîtin an jî ew bêtir manewirek siyasî ye? Şirovekarê siyasî Dr. Alan Tewfîqî bersiva vê piesê û pirsên din dide.

Hêmin Seyidî: Îran Dest ji Bernameya Xwe ya Navokî Bernade Heta Nekeve Ber Hilweşînê - March 25, 2026
Hêmin Seyidî, şirovekarê siyasî li ser pêşkeftinên herêmî û operasyona Amerîkayê û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê axivî, û dibêje ku pirsgirêka Îranê ne tenê bernameya wê ya navokî ye, lê Îran li Rojhilata Navîn çavkaniya girjî û têkdanê ye li gelek welatên herêmê.

Gundîyên Deverên Sînorî Dibêjin Rejîma Îranê Bûye Metirsî ser Jiyana Wan - March 24, 2026
Êrîşên rejîma Îranê di dema dawî de jiyana welatîyên gundên sînorî yên Herêma Kurdistanê xistiye metirsîyê. Gundî dibêjin divê welatîyên sivîl were parastin.

Zanîngeha Amerîkî li Washington Ahenga Newrozê Li Dar Dixe - March 24, 2026
Destpêşxerîya Kurdî ya Cîhanî ji bo aştîyê çalakîyeke pîrozbahîyên Newrozê li Zanîngeha Amerîkî ya Washingtona paytext li dar xist, û peyam, wate, û dîroka vê rojê bi beşdaran re parve kir.

Kemal Sîdo: Pêwîst e Rêz li Hemû Pêkhateyên Sûrî Were Girtin - March 24, 2026
Di çend rojên borî de hin rûdanên nexwestî li herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê hatin raghinadin, piştî ku gêncekî di roja Newrozê de li bajarê Kobanîyê alaya nû ya Sûrîyê daxistibû. Di nava pêkhateyên li herêmê de ev bo sedema derketina nakokiyan. Dr. Kemal Sîdo ji Almanyayê vê mijarê şîrove dike.

Geştiyarî li Helebçe û Hewramanê Kêm Dibe - March 24, 2026
Ji ber êrîşên mûşekî yên Îranê, sektora geştiyarî ya Helebçe û Hewramanê lawaz bûye û bê geştiyar maye û xwediyên projeyên geştiyarî jî zirar dîtine.

Li Stenbolê Newroz bi Girseyî Tê Pîrozkirin - March 22, 2026
Di Newroza Stenbolê de îsal peyama çareserîya pirsgirêka kurd herî zêde derkete pêş. Girseya ku beşdarî vê Newrozê bû bi dûrişmeyên xwe piştgirî dan Rojhilat û Rojava.

Newroza Îsal ji bo Kurdên Rojhilat Cuda ye - March 22, 2026
Piştî êrîşên Amerîkaû Îsraîlê yên li dijî rejîma Îranê, Kurdên rojhilat li benda hilatina rojek nû ne ku vedigerin welatê xwe.

Rûniştvanên Amedê Cejna Newrozê Pîroz Dikin - March 22, 2026
Rûniştvanên bajarê Amedê îsal bi coşeke mezin cejna Newrozê pîroz kir û hêviyên xwe bi pêkanîna proseya aştîyê li Tirkîyê anîn ziman.

Çalakvanekî Kurd Behsa Serpêhatîyên Xwe di Zindanên Rejîma Îranê Dike - March 20, 2026
Ferhad Şêxî, çalakvanê Kurdê Rojhilat, behsa serpêhatîyên xwe di zindanên rejîma Îranê de dike.

Şaredarîya Bajarekî li Amerîka Newrozê Pîroz Dike - March 20, 2026
Bajarê Manssas Park li Virginia çalakîyeke taybet bo cejna Newrozê lidar xist da ku rûniştvanên xwecihî bi çanda Kurdan bide nasîn.

Bernameya Taybet a Newrozê - March 20, 2026
Bi boneya hatina cejna Newrozê, Beşê Kurdî yê Dengê Amerîka bernameyeke taybet pêşkêş dike.

Kurdên Tirkîyê ji Nêzîk ve Şerê Dijî Rejîma Îranê Dişopînin - March 20, 2026
Ji destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê ve, alîyên Kurd li Tirkîyê ji nêzîk ve van pêşketinan dişopînin. Pispor dibêjin dibe ku şerê li Îranê rewşeke nû bîne holê û derfetekê bide Kurdan li Rojhilat û deverê.

Dr. Rêber Fetah: Rola Amerîka di Rêkeftina Hikûmeta Bexda û Hewlêrê de Serekî Bû - March 19, 2026
Dema ku kirîza cîhanî ya petrolê berdewam dike, Amerîka bû navbeynkar ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Bexda rêkeftina hinardina petrolê pêk bînin. Dr. Rêber Fetah, Pisporê Aborî, behsa girîngîya wê rêkeftinê û rola serekî yê Amerîkayê dike.

Pîrozkirina Fermî ya Newrozê li Şama Paytext - March 18, 2026
Wezareta Rewşenbîrî ya Sûrîyê bi hevkarîya li gel Encûmena Niştimanî ya Kurdî(ENKS) Îsal festîvala Newrozê bi awayekî fermî li Şamê lidar dixe. Gelo ev yek ji bo Kurdên Sûrîyê tê çi wayetê? Serokê xwecihîya ENKSê li Şamê ronî dide ser vê mijarê.

Nûnerê PDKÎ li Amerîka: Niha Her Kes Dixwaze Guhdarîya Kurdên Rojhilat Bike - March 17, 2026
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, nûnerê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê Hejar Birincî behsa rewşa dawî ya operasyonên dijî rejîma Îranê dike. Birincî dibêje ku di vê rewşa heyî ya Îranê de her kes êdî dixwaze guhdarîya Kurdan bike.

Newaf Xelîl Bandora Şerê Herêmê li ser Sûrîyê Dinirxîne - March 17, 2026
Di demekê de ku êrîşên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê berdewam in, Sûrîyê wek welatekî cîranê Îranê helwesteke taybet girtîye ku ew ta roja îro ji wî şerî dûr xistîye. Serokê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl vê mijarê dinirxîne.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu Peyamek Taybet bo Gelê Îranê Dişîne - March 17, 2026
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu peyamek taybet bo gelê Îranê dişîne û cejna Newroz û cejnên niştîmanî pîroz dike û li dawiya peyamê dibêje "Newroz Pîroz."

Herêma Kurdistanê û Bexda li Ber Nakokîyeke Nû - March 17, 2026
Hikûmeta Bexdayê daxwaz dike nefta Kerkûkê bi rîya bêndera Ceyhan derxîne bazarên navnetewî, lê mercên hikûmeta Herêma Kurdistanê bo vê daxwazê hene. Ev mijar bûye cihê nakokîyê di navbera herdu alîyan de.

Xelkê Helebce li Jêr Dengên Firokên Şer Salvegera Komkujîyê Vedijîne - March 16, 2026
Kesûnasên qurbanîyên komkujîya Helebce û rêveberîya parêzgeha Helebce, ji ber nebûna ewlehîyê tenê bi danîna qefdên gulan li ser gorên qurbanîyan salvegera 38an a komkujîyê bi bîr tînin.