
Voice of America
470 episodes — Page 7 of 10

Kurdên Rojhilat bo Êrîşên Ser Rejîma Îranê Çi Dibêjin? - March 15, 2026
Şirovekarê pirsên siyasî Kawa Ahangarî dibêje ku Îranî bi giştî û Kurd bi taybetî piştgirî dane êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî rejîma Îranê, xelk bi şêweke cûda derbirînê ji wan êrîşan û kuştina berpirsên rejîmê Îranê dikin.

Niştecihên Taxeke Kerkukê Rastî Metirsîya Veguhastinê Tên - March 15, 2026
Leşkerê Iraqê çend sal in astengiyan ji bo niştecihên taxeke Kurd li Kerkukê derdixe û dixwazin xanîyên ku Kurd lê dijîn vala bikin û wan veguhêzin ciyek din.

Malên Sivîlan li Silêmanîyê ji Êrîşên Îran û Komên Terorîst Bêpar Nebûn - March 13, 2026
Di encama ketina dronekê de roja Pêncşemê, çend xanî li bajarê Silêmanîyê ziyan dîtin. Welatîyên deverê ji Dengê Amerîka re behsa serpêhatîyên xwe di dema êrîşê de dikin.

Hegseth: Rêberê Bilind ê Nû yê Îranê Birîndar e - March 13, 2026
Wezîrê Cengê yê Amerîka dibêje ku rêberê bilind ê nû yê Îranê birîndar e û dibe ku laşê wî hatibe şêwandin. Pete Hegseth herwiha dibêje ku ji destpêka operasyonên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê ve li 28'ê Sibatê, bêtirî 15,000 cih li nav Îranê hatine armanckirin.

Bêkarîgeriya Parlemena Herêma Kurdistanê Dibe Pirsgirêkek Mezin - March 12, 2026
Zêdetirî salek û pênc mehan e ku bi ser dewra şeşan a hilbijartinên parlementa Herêma Kurdistanê re derbas dibin û parlement nehatîye çalak kirin ev jî bûye pirsgirêkek mezin.

Roje Mamend: Rejîma Îranê Niha di Rewşa Man û Nemanê de ye - March 12, 2026
Şirovekarê pirsên stratejî û pisporê pirsên Îran û herêmê Roje Mamend rewşa Îranê û kurdan a piştî operasyona hevbeş a Amerîka û Îsraîlê şirove dike.

Gelê Rojava Pêşwaziyê li Cenazeyê Siyasetmedar Salih Mislim Dike - March 12, 2026
Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Salih Mislim ji Herêma Kurdistanê gihşte bajarê Qamişlo, ji aliyê gelê herêmê ve pêşwazî li cenaze hatkirin.

Agahiyên Dawî Yên Ser Operasyona "Hêrsa Dastanî" a Amerîkayê li Dijî Rejîma Îranê - March 12, 2026
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper agahiyên dawî yên li ser operasyona "Hêrsa Dastanî" a Amerîkayê li dijî rejîma Îranê radigihîne.

Hêzên Leşkerê Amerîkayê li Bingeha Qesrikê Xwe Bihêz Dike - March 11, 2026
Hêzên Amerîkî li Rojava li bingeh Qesrikê cardî xwe bihêz dike û alavên leşkerî zêde dike, ku berî demekê hin hêzên xwe ji wê bingehê vekişand bûn. Îvan Hesîb ji herêmê bo Dengê Amerîka pêzanînên zêdetir radigihîne

Rîya M4 Vedibe. Sûda Vê Gavê bo Kurdên Rojava Çi Ye? - March 11, 2026
Rîya M4 ya navnetewî bo cara yekê ji 2019'an vedibe. Gelo sûda vê yekê ji bo Kurdên Rojava çi ye? Îvan Hesîb ji nêzîkî bajarokê Tiltemirê bêtir agahîyan dide.

Gelek Kerkûkî Komên Çekdar ên Girêdayî Îranê Wekî Metirsî Dibînin - March 10, 2026
Ligel destpêka Operasona Hêrsa Dastanî ya Amerîkayê dijî rejîma Îranê, komên çekdar ên Îraqî ku ser bi Îranê ve ne êrîşan li Îraq û Herêma Kurdistanê dikin. Gelek welatîyên Kerkûkê çalakîyên van komên çekdar wekî metirsî bo Îraqê dibînin.

Hêmin Kurdaxî ji Efrînê Ser Vegera Derbiderên Efrînî Diaxive - March 10, 2026
Çalakvan Hêmin Kurdaxî ku ji Ewrupa bo alîkariya derbideran bike hatîye Efrînê, behsa hest û kêfxweşiya vegera koçberan dike.

Kurdên Rojhilat di Semînarekê de li Washington - March 09, 2026
Peyvdarê Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKI) Xalid Ezîzî li Washington Semînarek pêşkeş kir behsa pêşketinên li Îranê û rola kurdan û paşeroja pirsa kurd li wî welatî kir.

400 Malbatên Koçber ên Efrînî Vedigerin Ser Cih û Warên Xwe - March 09, 2026
Yekem karwanê koçberên Efrînî ku 400 malbatan pêk dihat, di çarçoveya pêkanîna rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de, ji bajarê Qamîşlî ber bi bajarê Efrîn ve bi rê ket.

Hevpeyvînek bi Arêz Mihemedî re, Derbarê 8'ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinê - March 08, 2026

Xwepêşandan li Pêş Kongresa Amerîkî Dijî Rejîma Îranê - March 07, 2026
Xwepêşandanek îro Şemîyê ji alîyê Kurdan û pêkhateyên din ve li pêş Kongresa Amerîkî lidar ket.

Êrîşên Rejîma Îranê ser Partîyên Rojhilat li Herêma Kurdistanê - March 07, 2026
Heta niha rêjîma Îranê herî kêm 46 êrîşên dron û mûşekan birine ser kampên partîyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê.

Kurd di Rewşa Niha ya Herêmê û Siberoja Îranê de - March 07, 2026
Xalid Ezîzî, peyvdarê Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKI), li ser rewşa niha ya Îranê û siberoja Kurdan li herêmê diaxive, nemaze piştî ku serokê Amerîka Donald Trump got, "Ji bo Kurdan dê pir baş be ku di hundirê Îranê de tevbigerin."

Kongres Bernivîsa Yasayeke Sînordarkirina Desthilatên Şer ên Serok Red Dike - March 06, 2026
Civata Nûneran û ya Senatoya Kongresa Amerîkayê bernivîsa yasayekê ya bi mebesta sînordarkirina desthilatên şer ên serok red dike.

Vegera Gencên Diyaspora bo Piştgirîya Partîyên Rojhilat - March 05, 2026
Bi hêvîya guhertinê li Îranê û rizgarîya Rojhilatê Kurdistanê, bi sedan kes ji diyasporayê vegerîyane Başûrê Kurdistanê û peywendîyê ligel partîyên Rojhilat kirine.

Dr. Cebar Qadir Rewşa Nû li Rojhilata Navîn Dinirxîne - March 05, 2026
Li demekê ku şerê li dijî rejîma Îranê ji alîyê Amerîka û Îsraîlê ve didome, gelek pirs derbarê siberoja Kurdan li wî welatî û seranserê herêmê tên kirin. Dr. Cebar Qadir, pisporê karûbarên Rojhilata Navîn, rewşa nû li herêmê dinirxne.

100 Demjimêr ji Operasyona Hêrsa Dastanî - March 05, 2026
Dîmenên Operasyona Hêrsa Dastanî ya Amerîka dijî Îranê ku ji aliyê CENTCOMê ve hatine belavkirin.

Boçûna Amerîka Derbarê Biçekkirina Hêzên Kurdên Îranê Çi ye? - March 04, 2026
Karbidestên Koşka Sipî li ser raportên derbarê biçekkirina hêzên Kurdn Îranê çi dibêjin?

Mûşekeke Îranî li Qamişlo Hate Xistin - March 04, 2026
Mûşekeke Îranî li gundekî nêzîkî Qamişlo hate xistin. Rojnamvan Îvan Hesîb agahîyên dawî ji wir dide.

Mistefa Mewlûdî Behsa Îrana Piştî Xamineyî Dike - March 04, 2026
Cîgirê Sekreterê Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê Mistefa Mewlûdî bi rojnamevan Hunar Ehmed re li ser Îrana piştî Xameneyî, siberoja Kurdan û hevpeymanîya ku hatiye avakirin diaxive.

Nêrîna Welatîyên Herêma Kurdistanê li ser Rejîma Îranê - March 03, 2026
Dengê Amerîka nêrîna çend welatîyên Herêma Kurdistanê wergirtîye ka ew derbarê rejîma Îranê û êrîşên wê li ser Herêmê çi dibêjin.

Reza Kaabî: Me Xwe ji bo Raperînê Amade Kiriye - March 03, 2026
Reza Keabî, sikirtêrê giştî yê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê (KZK) ji Dengê Amerîka re got, "Me xwe ji bo raperîneke seranserî amade kiriye û rejîma Îranê êdî nikare xwe biparêze."

Îran Hêzên Xwe li ser Sînorê ligel Herêma Kurdistanê Zêde Dike - March 02, 2026
Rejîma Îranê hêzên leşkerî li ser sînorê ligel Herêma Kurdistanê zêde dike. Rojnamevan Diyar Cemal bêtir agahîyan dide.

Romala Operasyonên Dijî Rejîma Îranê - March 02, 2026
Romala taybet derbarê rewşa dawî ya operasyonên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê.

Mecîd Heqî Geşepêdanên Dawî yên Îranê Dinirxîne - March 01, 2026
Kuştina Rêberê Bilind ê Îranê Elî xamineyî di roja yekem a operasyona Hêrsa Dastanî ya Amerîka û Îsraîlê de, bala gelek çavdêr û şopîneran li cîhanê kişand û gelek pirs debarê siberoja herêmê derxistin pêş. Şîrovekarê Siyasî Dr.Mecîd Heqî vê rewşê Şîrove dike.

Alî Jawanmardî Rewşa Nû ya Îranê Dinirxîne - March 01, 2026
Bi pêşketinên dawî yên li Îranê, senaryoyên çaverêkirî ji bo siberoja Îranê çi ne? Kurd dikarin di pêşeroja Îranê de çi rol bilîzin? Alî Javanmardi, Şêwirmendê Payebilind ê Ajansa USAGM, bersiva van pirsan dide.

CENTCOM: Raportên Rejîma Îranê Derew in - March 01, 2026
Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser platforma X’ê anî ziman ku nûçeyên rejîma Îranê derbarê hêzên Amerîkî de belav dike derew in.

Trump Kuştina Xamineyî Piştrast Dike - March 01, 2026
Serokê Amerîkayê Donald Turmp kuştina rêberê bilind yê Îranê Elî Xamineyî piştrast dike.

Nirxandina Operasyona Amerîka Dijî Rejîma Îranê - February 28, 2026
Pispora ewlekarîya navnetewî, Şukrîya Bradost, operasyona leşkerî ya Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê û rewşa li hundirê welêt dinirxîne.

şopandina Taybet ya Operasyona Hêrsa Dastanî - February 28, 2026
Romaleke taybet derbarê rewşa dawî ya operasyonên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê.

Peyama Trump a Derbarê Operasyona Leşkerî Dijî Rejîma Îranê - February 28, 2026
Wergera tevahîya peyama Serok Trump derbarê ragihandina operasyona leşkerî li dijî rejîma Îranê:

Ocalan di Salvegea Banga Aştîyê de Peyamekê Belav Dike - February 27, 2026
Rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan îro Înê di salvegera yekê ya banga xwe ya aştîyê de peyamek belav kir. Rojnamevan Eyyûp Demîr bêtir agahîyan dide.

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Ewrupa Hevdîtinan Didomînin - February 26, 2026
Li ser vexwendina Parlamenta Ewrupayê Berpirsa Peywendiyên Derve ya Rêveberîya Xweser Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn Fermandara YPJê çûne Ewrupa bi Parlemen û Berpirsên Ewrupî re ser rewşa Rojava û Sûriyê gotûbêjan dikin.

Diplomatên Amerîka li Cinêvê Kombûnên Xwe Didomînin - February 26, 2026
Nûnerên Koşka Sipî li Cinêvê civînên diplomatîk derbarê doseyên Îran û Ukraynayê pêk tînin. Sîrwan Qiçço agahîyên dawî di vê derbarê de dide.

Derbiderkî Kobanîyê Dibêje Mala wî hatîye Talankirin - February 26, 2026
Derbiderê gundewarê Kobanîyê ku xwe bi navê Salih dide nasîn, dibêje ku mal û gundê wî hatine talankirin û niha rewşa wan pir xerab e.

Şîrovekirina Gotara Salane ya Serok Trump - February 25, 2026
Şîrovekirina Gotara Salane ya Serok Trump Serokê Amerîkayê Donald Trump di gotara xwe ya salane ya Rewşa Welêt de behsa gelek mijarên navxweyî û navnetewî kir. Hêro Zengene, Salih Demîcer û Sîrwan Qiçço di bernameyeke taybet de gotara serok şîrove dikin.

Gotara Salane ya Serok û Bersiva Demokratan - February 25, 2026
Serokê Amerîkayê Donald Trump yekem gotara xwe ya salane di gera duwem de şeva Sêşemê pêşkêş dike. Piştî wî, Fermandara wîlayeta Virginia Abigail Spanberger bersiva Demokratan pêşkêş dike.

Gotara Salane ya Serok Trump - February 24, 2026
Serokê Amerîkayê Donald Trump dê îro Sêşemê Gotara Salane ya bi navê State of the Union li Kongresa Amerîkî pêşkêş bike.

Amadekarîyên Vegera Koçberên Efrînê Temam Dibin - February 24, 2026
Piştî 8 salan ji koçberîyê amadekarî tên kirin ku bi hezaran malbatên kurd ji Reqa, Heseke û Helebê vegerin ser cih û warên xwe.

Meşa Jinan li Qamîşlo bo Piştgîrîya YPJ'ê - February 24, 2026
Roja Sêşemê 24ê Sibatê li bajarê Qamîşlo jinan meşeke taybet pêkanî û daxwaz kir ku YPJ'e weke hêzeke parastinê li Sûriyê bimîne.

Bahçelî Daxwaza Hilweşandina KCK'ê jî Dike - February 24, 2026
Serokê MHPê Devlet Bahçelî di civîneke koma partîya xwe di parlamenta Tirkîyê de banga hilwesîna Koma Civakên Kurdistanê (KCK) dike. Rojnamevan Eyyûp Demîr axaftinên Bahçelî û raporta komisyona parlementa Tirkîyê şîrove dike.

Hêzên Amerîkî ji Bingeha Qesrikê Vedikişin - February 23, 2026
Îro Duşemê Koalisyona Navnetwî bi seroktîya Amerîkayê dest bi vekişîna ji mezintirîn bingeha xwe ya li bakur rojhilatê Sûriyê kir. Rojnamevan Emced Kurdo agahîyên bêhtir dide.

Karwanê Alîkarîyên Kenala 8 Gihişte Kobanîyê - February 22, 2026
Îro karwanekî alîkarîyên mirovî yê Kenal 8 gihîşt bajarê Kobanîyê û bi rêya komeleya Mezopotamyayê alîkarî li xelkê bajêr hatin belavkirin.

Rewşa Zimanê Kurdî di Roja Navnetewî ya Zimanê Dayikê de - February 21, 2026
21ê Sibatê wekî Roja Navnetewî ya Zimanê Dayikê tê li seranserê cîhanê tê pîrozkirin. Bi vê helkeftê Eyyub Subaşi, hevserokê berê yê Enstituya Kurdî li Stenbolê behsa rewşa zimanê Kurdî dike.

Agahîyên Dawî Derbarê Firokxaneya Qamişlo - February 21, 2026
Rojnamevan Îvan Hesîb agahîyên dawî derbarê liv û tevgera li firokxaneya Qamişlo ya navnetewî dide.